HRW'ê bang li Tehranê kir: Aktîvîstên mafên mirovan divê tavilê bêne berdan
HRW'ê ragihand ku ew ji binçavkirina aktîvîstên mafên mirovan bi fikar e û xwest, aktîvîst tavilê bêne berdan.
HRW'ê ragihand ku ew ji binçavkirina aktîvîstên mafên mirovan bi fikar e û xwest, aktîvîst tavilê bêne berdan.
Roja 12’ê Kanûnê li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin.
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (Human Rights Watch-HRW) têkildarî binçavkirina heft çalakvanên mafê mirovan ên Îranê daxuyaniyek belav kir.
HRW’ê di daxuyaniyê de fikarên xwe li ser binçavkirina hejmarek çalakvanên mafên mirovan li Îranê Nêrgîz Mihemedî, Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî, Heştî Amirî, Elî Motelibzade û Elî Edînezade, anî ziman.
Heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku binçavkirin di merasîma bîranîna parêzerê mafên mirovan Xosro Alî Kurdî ku berê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da bû, pêk hat.
HRW’ê tekezî kir ku divê rayedarên Îranê demildest û bê şert û merc hemû kesên ji ber çalakiyên wan hatîn binçavkirin, azad berde.
Hêjayî gotinêye ku Berdevkê Dîplomatîk yê Yekitiya Ewropayê Enwer Elenunî ji ajansa AFP’ê re diyarkiriye ku Yekitiya Ewropayê daxwaz ji desthilata Îranê dike ku Nêrgiz Mihemedî ku berî du rojan li gel heft çalakvanên din li bajarê Meşhed ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin, azad bike û rewşa wê ya tendirustî li berçav were girtin.